kabrayek fela cûtyarêkî hebû zor tûře...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  803 Dîtin

kabrayek fela cûtyarêkî hebû zor tûře û kelleşeq bû, şewêk le zistana çêştî nîskêneyan coşî dabûyê, ney’ewêra be řasî daway aw bikat.

eyut: goze aweke wa le heywan be xwa řenge sard bûbê û êsta xwardinewey xoş bê. cûtyarekeş be nawçewanêkî girj û be tûřeyîyewe eyut: şewekey sarde hełbet ewîş sard ebêt! aẍa witî: ay nisîkêne çend awkêşe. kabra witî: ew segbabe - xêwe, çarî her eweye pyaw kemî lê bixiwa.