kuře melayek hebû le suleymanî bawkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  756 Dîtin

kuře melayek hebû le suleymanî, bawkî eynaye ber her kar û firmanêk seqamgîr ne’ebû. řojê hendê le feqêkanî bawkî amojgarî eken û beserya dên ełên: to, temaşay ewřeḧmanî birat ke, bew mindałîye bizane çend zîrek û gwêřayełe? ewîş tozê řa’emênê û lepaşa ełê: im im, ba ewîş gewre bibê bizanin çon wekû minî lê dêt.