kabrayekî kurd bû be mîwanî kabrayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  784 Dîtin

kabrayekî kurd bû be mîwanî kabrayekî tir. dinya zistan bû, le gwê egirdaneke danîştibûn, jinî xanexoyeke piştî leman bû, kunê bibuwe derpêkey, le řanî dyar bû. mêrdekey wîstî îşêkî wa bika ke jinekey, xoy dapoşê. řûy kirde mîwaneke û pêy wit: îmsał xanuwekem hełgêřawetewe, nazanim to pêt çone? lew kateda ke mîwaneke serî berz kirdewe seyrî destekekan bika, mêrdeke kułewejêkî germ danrabû, lenakaw jendî be jinekewe bo ewey tozê bibziwêtewe û lew bizûtneweda xoy dapoşê. jine leber germîy kołewejeke daçłeka û kitupiř bayekî lê berbowe! kabray mîwan seyrêkî destekekanî kird û witî: bexwa bira her destit lê nedaye çatir bû!