lew kurdewarîye ke baran nabarê hendê şit...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1453 Dîtin

lew kurdewarîye ke baran nabarê hendî şitî seyr ekirê; le hendê şwêna dênin nawî «çil keçeł» enûsin, eyken beser liqedarêkewe ya le şwênêkî tira hełî’ewasin ta baran ebarê û awî baraneke eyşiwatewe.

le hendê şwênî tira seyr eken kê be pêy ew şwêne pyawçake û be pyawêkî bedîn benawbange xoyanî lê mełas eden û kitupiř eygirin û eyxene ḧewzewe, îtir baran ebarê.

le hendê şwênî tira mindałan dênin parçe peřoyekî gewre ebestin be ser darêkewe û eyken wekû beydax û pêy ełên «bûke bebaranê», yekêkyan hełî’egrê û ewanî tir şwênî ekewn û řû ekene małan. her ke çûne ḧewşekewe hemû be carê ełên:

henaran û menaran
yaxwa dakate baran
ba dengî bête gwêman
le girmegirmî hewran

înca kiçe ’azebî ew małe ya tazebûk dête derewe, derzîyekî sincaq eka be beydaxekeda û tozê awîş epirjênêtewe ser peydaxeke û şitêkîş eden be mindałekan, emane bem core be małekana esûřêtewe ta betewawî beydaxeke le awî pirjey małan teř ebê û wekû le ḧewzit hełkêşabê way lê dê. be zûtrîn wext em mindałane hêşta betewawî le îşî xoyan nabnewe ke da’ekate baran. leber baran şipirze ebin, ya hemûyan xoyan ekutne şwênê ya biławey lê eken. paşan ko ebnewe derzîyekan le «bûke bebaranê»ke ekenewe, kiçe ’azeb û jinan heryeke em derzîyaneyan be pareyekî zyad be nyazî miraz lê ekiřn û bem derzîyane ełên, «derzîy miraz» û nirxêkî zorî heye leber çawyan.