le wiłatî kurdewarî em şitane lem şwênane...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  874 Dîtin

le wiłatî kurdewarî em şitane lem şwênane taqanen:

bezim le «koye»,

řezim le «silêmanî»,

nezim le «sabłax»,

jîrî le «sine»,

hêřî le «syan»,

gêlî le «mayndoł»,

wişkî le «hewlêr»,

sardî le «kerkûk»,

zîtî le «wan»,

qincî le «berzan»,

gurcî le «dihok»,

swarî le «sûrsûr»,

çirûkî le «dê dewreşar»,

şiřî le «tekye»,

qîtî serbanan le «berzince»,

simêł le «borekey»,

pirç le «kiřbiçne»,

řîş le «şedełe»,

kełeyî le «feylî»,

wirdî le «sincawî»,

qiseřewanî le «sabłax»,

egrîcey kał le «amêdî»,

çawî be xumar le «seqiz»,

şoxî le «feyzułłabegî»,

şengî le «maş»,

dîwexan le«begzadey «dêbukirî»,

naskî le «kesnezanî serşîwî seqiz»,

soranî le «şořeswarî caf»,

hełpeřkê le «badînan»,

serupê le «şikak»,

piştên le «menguř»,

kiras le «bołî»,

kiław le «silêmanî»,

gorewî mîrzayî le «sine».