behadînî ’amlî yekê bû le řyazîzane...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  811 Dîtin

«behadînî ’amlî» yekê bû le řyazîzane here berzekanî îslam, danrawekey «xilase alḧisab» le kitêbe zor nayabekanî ḧisabe, tenanet ełên ḧewt meseley le bab cebrewe tyaye, êsteş her nezanrawe.

řojêk em behadîne le geştekeya řêy ekewête şwênêk «axun» êkî mêzere zilî řîş gewre de panze bîst feqê be dewrya danîştûn dersî «xilase alḧisab»yan pê ełê, bełam hîçî beser hîçewe nîye. behadîn le yekê le feqêkan epirsê ke sê car çwar ekate çend? feqêş bebê westan ełê ekate bîst û yek.

axun tûře ebê û sûr ebêtewe, ełê: «em nacsine herwa tênegeyştuwe, ta êste min sed carim pê wituwe řołe sê car çwar ekate ḧevde, taze ew ełê bîst û yek».