sofîyekî biłbas hebû hemû dem ḧazrî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  833 Dîtin

sofîyekî biłbas hebû, hemû dem ḧazrî cum’e û cema’et bû. ewende legeł mela û feqêda danîştibû zur le layen dînewe fêr bibû. řojêk zistan bû, çuwe lay mela witî: «qurban leber sard û serma hatûm teqlîdî mezhebî îmam ḧenbelim kirduwe, mezebekey ew tozê sûktire. îmřo destinwêjim şord û nwêjim ekird seyrim kird şitêkî teřî pîs wa be derpêkemewe, ke bonim kird bonekey naxoş bû». mela witî: «bira pêy nawê be hemû mezhebê ewe gût kirduwe be xota».