le silêmanî mela se’îd efendî eçête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  853 Dîtin

le silêmanî «mela se’îd efendî» eçête jûrewe îmtiḧanî qutabîyekan bika le qur’ana. ke eçête jûrewe «ře’ûfî şêx sałḧ» lay serewe bû, qur’anêkî edate dest û ełê bîkewe û bixiwêne. şêx ře’ûfîş kitûpiř ke qur’an ekatewe sûrey «ḧim» dête pêşewe, ełê «ḧem». mela se’îd efendî ełê: ey zimanit bişkê! ełê «ḧum». ełê hey lał bît! ełê «ḧîm». ełê quzełqurit û dest deka be lêdanî. ře’ûfîş ełê «çuzanim eme çîye?» ser û bor û jêr nema neyxeme serî hîçyan nebû, kewate eme bełayek bû bo min!».