kabrayekî baneyî leser awî kełwê le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  848 Dîtin

kabrayekî baneyî leser awî «kełwê» le çiley hawîna meley ekird. melayek çawî lê bû, seyrî kird em kabraye dezûyekî girê - girêyawî pêye, her carêk ke xoy heł’equłtênê le naw aweke, yekê le girêyekan ekatewe. mela lêy pirsî: bira ewe boç wa ekey? witî: «mamosta be zistan her care ke çûmete lay jinekem her lebatî yekêk girêyekim dawe lem dezuwe. awekeman zor sard bû, nem’etwanî mele bikem, nwêjekanîşim hîç neçwanduwe, êsta her lebatî girêyek carêk xom ekem be awekeda û wisłî xom der’ekem ta girêyekan tewaw ebin».