perîşanim

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 1 Xulek  868 Dîtin
perîşanim lebo zulfî perêşanit
birîndarim be nûkî tîrî mujganit
le mindałîwe dił qeydelḧeyat bende
esîre wa lenaw çahî zenexdanit
berayî be’zê detpirsî le eḧwałim
nemawe çawekem bo lutfî caranit
ne emřo řoḧekem mecnûnî tom leyla
ser û małim demêke bwîte qurbanit
be fêłî çaw kulî hatim bibînim to
qebûłim ke ebim yek leḧze mîwanit
le sêdarem bidey mensûr sîfet řazîm
bedaym milkeçim bo emir û fermanit
ḧeqî însaf û merdît wa nîye şahim
le deşt û kêw cinûnîm bête seyranit
teḧemmul ta bekey qurban nema sebirim
qerarim çû le êş û derd û hîcranit
wekû kanîNasnava edebî le çawim dête der eşkim
eçê hełbestê coga bo gułistanit