cana çîye emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 1 Xulek  995 Dîtin
cana çîye emşew be fîday zulfî xemit bim
mîwanî serusîne û lîmoy memit bim
çen xoşe be şew ta be seḧer ey gułî ře’na
bê xewf û xeter des le mil û dem be demit bim
zor dił beẍem û piř keder xesteme emşew
lêm pirse were tawekû xakî qedemit bim
mewsûf be suraḧî meye em gerdenî safit
ḧeyranî ser û gerden û qedî ’elemit bim
wek ademî lêm bûyte genim daney xałit
qurbanî xet û xał û řuxî wek îremit bim
saqî were bom têke heta wextî beyanî
serxoşî kef û sa’îd û dest û keremit bim
bo maçî demit we’deye fermû were kanîNasnava edebî
tazû be fîday ’ehd û wefa û lutfî kemit bim