kere dêze

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 2 Xulek  1353 Dîtin
heytim kerekî dêze çi ’îfrît û behêze
wek cûtî deka řaste xetî řîzî le řêze
coy nawê beřełay ke le naw pûş û perêze
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
endamî gelê şîrîne zor diłgire řengî
wextê dezeřê gwê bide wek mezreḧe dengî
řehwane swarî be deçê mîslî xedengî
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
ger ’umrî depirsî keme çar wextîye caşe
westanî nîye cûtî deka yane le aşe
bîfroşim eger îmřo be sê lîre belaşe
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
wek espe ser û gerdenî gwêy qît û cwane
bakî nîye her çendî bikey barî girane
emsalî nîye qet’î lenaw qewmî kerana
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
tirist nebê bajo le byaban û le kêwan
çend lêy deweşî qewç û qeřase û cil û kurtan
nestênê xuda mudekî em kere lêman
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
řoyn nîye řehwanî eçê yane beẍare
herwek ke teřê nabînrê tozî dyare
wextî nîye êsta keredêze memre behare
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
pişt kûř û kefeł xiř, simî kurt, çwar pelî estûr
mûy kilkî dirêje qewî metirb bike tembûr
kanî heye peyda ebê wek em kere meẍrûr?
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!
pêstîşî deẍarê lebo def bîdeme ḧacî
dekirêtewe ewca le meqam ḧacî mîzacî
lêde defî ker papxekwêrKes ketye řewacî
qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze!