le sitayşî seyîdêkda

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 2 Xulek  958 Dîtin
her çend hebê sułtan û melêk, şah û ḧukmidar
nabin wekû ew layq û dana le cîhanî
seyîd ḧesenî ’alî neseb alî muḧemmed
me’lûme le ’alem ḧeseb û nawwinîşanî
’eynen wekû ceddî esedułła û şecî’e
’edlîşî mîsalî ’umer û newşîrewanî
bo qewmî ’enûd wek kelîmułłaye kelamî
bê’îllete manendî mesîḧ řuḧî řewanî
mensûre wek eskenderî řûy bêxte herla
bo qehrî xesim mahîre zor fennî dezanî
luqman sîřet û sûretî wek yusfî mîsrî
bê ẍel û ẍeşe sûret û exlaqî cwanî!
nûsrawe le hewrazî biroy ana fitḧinaErebî
bêgane be ḧelqe be goş qende zimanî
bo mîlletî xoy mał û serî «nayete pêş çaw»
bo xwênî ’edû xencere cewher xuřesanî
ḧedî nîye ḧatem «le sexawet» wekû ew bê
bo musteḧeqan mukirîme destî firewanî
hełnastê ebed sifre le gorêye guşaye
wałaye hemû wextekî derkey dîwexanî
wîrdim buwe bem terze du’am xwaye qebûł key
bo ḧezî bê derd û beła dûr bê le canî
bo xatrî ceddî neçê em çetre le serman
meḧfûz bê heta muddekî zor ’umir û mekanî
bê quwet û qudret bê hemû dujminî kwêr bê
taqaneye ya řebbî xuda bîdey emanî
hend zore sîfatî ḧeseney nayete nûsîn
herçendî bika medḧî tewaw nabê be kanîNasnava edebî!