kabrayek çuwe gundêk. bû be mîwanî pyaw...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  658 Dîtin

kabrayek çuwe gundêk. bû be mîwanî pyawêkî kurd, çwar pênc şewî pê çû xanexwêke hîç dengî nekird. le paşa lêy pirsî: bira to çît? witî: min xuşkezay xwam! destî kird be xizmetkirdinî û de panze şewêkî dî mayewe, kabra weřes bû, şewêk nustibû hełsa baweşî pyakird û birdî fiřêy daye ser ḧesîre şiřî mizgewtekeyanewe! kabra xeberî bowe xoy le şwênêkî seyra çawpêkewt! pirsî: eme çîye? kabray xanexwê xêra hełîdaye û witî: bira, zyatir le bîst şew le małî mina bûyt, ba şewêkîş le małî xałta bît!