le beẍda leser kursî berheywanî mizgewtêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  619 Dîtin

le beẍda leser kursî berheywanî mizgewtêk danîştibûm çaweřêy ewem ekird bangî ’esir biden û nwêj biken, hêşa mabûy bo bang, kitupiř kabrayek bepele hat û her le dûrewe witî: ewe boç bang nedrawe? xo, lew mizgewte bangyan da! minîş herwa leserxo pêm wit: zor seyre êsta lew mizgewte kabrayek be şîneyî řoyşit nwêj bika seyrî kird bangyan dabû, witî: ewe boç bangitan dawe? xo lew mizgewte bang nedrawe! kabra demî bû be tełey teqîwewe!