seyd ’elî bismîlla hebû le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  781 Dîtin

seyd ’elî bismîlla hebû le suleymanî, ke bismîlla ekira, ew tûře ebû. mela celalî kuřî mela ḧesenî abłaxîş hebû, lewane bû ke dersî exwênd, bo řojî dwayî şwênî dersekeyan lê têk eda ney’ezanî.

řojêk seyd ’elî bem mela celale ełê: erê mela celal! dwênê çawim lêbû lay babe’elî derist exwênd, babe’elî şwên dersekey lê têk dabûy, toyş her kitêbeket peřepeře ekirdewe û net’ezanî ser derseket kameye! mela celalîş ełê: newełła sey ’elî, ewe peřepeře kirdineweke bo ewe nebû, bo ewe bû min emut: em kelîmeye bismîllaye, şêx babe’elî eyut: na bismîlla nîye! sey ’elî quřuqep îtir wişk bû.