carêk pyawêkî gewre be bazařa tê’epeřê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  619 Dîtin

carêk pyawêkî gewre be bazařa tê’epeřê seyr eka wa pyawêkî pîrî řîşsipî, sê çwar dane kewçkî «hełeden»y le dûkanêka danawe û be dyarîyewe kizołey kirduwe. çû lêy pirsî mame eme çîye em sê çwar kewçke datnawe, etewê çît lê dest kewê? ełê: aẍa hoy řizq û nan peydakirdine. aẍake witî: ke wate to be şwên nan peyda kirdina egeřêy, de were le pişt serî minewe biřo, her dû gunim le piştewe bo hełbigre, hemû řojê dû qiřanit edemê! îtir em îşe boç ekey? kabray řîşsipîş ełê: aẍam şitêkî baştirim bo dozîwîtewe; em kewçkane min eyandem yekî be dû qiřan, to were kewçkêkim lê bikře, kilkekey bixere qingitewe, her dû hêlke gûnîşt bixere naw kewçkeke û lêde biřo! îtir boç dênî řojî dû qiřan edey be min?!