şêx řezay tałebanî, le dîwexanî seyd...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  675 Dîtin

şêx řezay tałebanî, le dîwexanî seyd ’ebduřeḧman neqîb, le beẍda ebê û nan da’enên. legeł nanekeda piławîş da’enên, bedem nan xwardinewe qise eken. duktorêkî hîndîş leser sînîyeke ebê, qise lewewe eka ke gya û dar û dewen řonî lê egîrêt û řon û zeyt heye. şêx řeza ełê: min biřwa bem qiseye nakem. duktoreke ełê: çon biřwa nakey? eme be taqîkirdinewe derkewtuwe ke waye. şêx řezaş ełê: minîş be taqîkirdinewe ezanim kewa nîye, eger em qiseye řast bwaye, êsta em birincey małî neqîb řonî tya ebû!