wesman paşay caf pyawêkî hebû silêmanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1020 Dîtin

wesman paşay caf pyawêkî hebû «silêmanî şanazî» naw bû, îşî em pyawe her ewe bû hemû řojê eçû bo «bamok» le małî «mîrza ewła» mastî ehêna hîçî paşmawe ber ne’ekewt, zorîş tamezroy ew maste bû.

řojêk ekewête ser ewe ke şitêk bidozêtewe le masteke bixiwa û twêjewkeşî neşkênê, lew gwê sîrwane qamîş qełem heye, qefêkî lê ebřê nûkekey wek qełem da’eda le goşeyekîyewe be hêwaşî day dêłête bin cameke, masteke le binewe heł’emjê ta têr exwa, le serîşewe twêjewekey naşkê.

řojê paşa ebînê wa kase mast le nawewe pûçe, lêy xurawe û twêjweyş neşkawe, silêman bang eka ełê: silêman em maste le binewe kê xwardûye? ełê: paşa min mastim hawridge twêjî neşkyage, gerdî lênenîştige. paşa ełê: řast yêjî twêjî ha weserewe, le şwên xoy, bełam lêşî xuryage, biřwane tepîge! ełê: paşa mangake badare, ke şîrekeyan kirdige we mast bakey dagye le masteke, ke nextê le twêjgekey laçûge bay masteke derçûge û çał bûge, nabînî hêlke ke kełeşêr weserya etsê, katê kułandyan şwên tiseke çałe!

paşa ełê silêman řastim pê bêje çi efsunêkit kirdigese kar? we serî tayer beg eger řastim pê êyjî xełatit ekem. ełê: paşa pêşekî emir ke xełatekem bidenê, înca ew meraqet wek ba le sik der’ekem! paşa emir eka xełatî edenê, ewsa «neyce» ke leber piştêneke derdênî û paşa fêrî mast xwardin be «neyce» eka!