kabrayekî kurd le suleymanî eçête lay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  657 Dîtin

kabrayekî kurd le suleymanî eçête lay sertaşêk serî etaşê û lê’eda le şar der eçê û eçêtewe bo małî xoy, eřwa ta egate ser goyje, lewê pyawêkî xêłekey xoyan - ke le lay řan bû - tûşî ebê, lêy epirsê: ḧeme mira! ewe serit taşîge? ełê: a. ełê: agat lê wu tîf tîfekey çend xoş wu? ełê tîf tîfey çî? ełê: kure naşê kawra tîf tîfey bo lê nedawêtî? ełê: nawełła bira her ewendew taşî û witî: hełse biřo. witî: kewase bira hîç xoşyekit neçêştige!

înca kabra quşqine qewet lê’eda leser goyjewe egeřêtewe bo suleymanî û eçêtewe lay ser taşekey ełê: bira tîf tîfeket nedage, kuçkî toy lê newarê! beçke şarî, to boç emende bê feřî. axir nayêjî we bê tîf tîfe xwa çon qulyesî?!