kabrayekî kurd lew şarezûre kuřêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  653 Dîtin

kabrayekî kurd lew şarezûre kuřêkî purzay lerzutay bû le kołî ne’ekewt, pêyan wit bîbere ser «sey saq»şexsêke le şarezûr û meřêkîş le gełya bere boy ser bibře çak ebêtewe. witî: eybem bełam meřim bo ser nabřirê, meřêk zore, eçim pêy êjim eger we kemtir eyka xase, eger na eywem bo «bałanteran»şexsêke le şarezûr.

hełsa kuřey hełgirt û gîskêkîşî legeł xoy birdû çûne ser gořî sey saq. řûy kirde gořeke û witî: sey saq! to we gîskê xasî ekeytewe bîkewe, eger na bałanteran we mirîşkêk kiře eka! eywem bo ew.