mela eḧmedî ḧacî mela řesûł gêřayewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  626 Dîtin

mela eḧmedî ḧacî mela řesûł gêřayewe witî: le awayî «kune kotir» bûm seyrim kird kabrayekî kurdî řeşmał le derewe hat, witî: mela nexoşêkman heye nuştey bo bike. minîş muxemesekey îmamî ẍezalîm bo nûsî, kabra le piştewe çawî lê bû ke muxemeseke enûsim, nuştem bo pêçayewe û dame destî û řoyşit, ta ew eçêtewe kabray nexoş emrê, înca kabra ełê: bawkim mela her lewê dare termî bo hełbest, êwe êsta şîn û şepořî çîtane?