kabrayekî kurd řojêk lew şarezûrewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  643 Dîtin

kabrayekî kurd řojêk lew şarezûrewe tay lê hatbû. řojeke zor germ bû, herçend daway awî dekird awî sardî dest nedekewt awî germyan edaye û hîç hewayekî fênkîşî ne’edî. ewende hebû şaxî hewraman le dûrewe dyar bû, bo ew şwêne dû řoje řê ebû, befreke beser şaxekewe dyarbû. kabrayekî xizmî bo eḧwał pirsîn hat bo lay, le berdemya řawesta û ber şaxekey lêgirt, ewîş pêy wit: kuře dwît bawkit lay befrekem lê mewřewe, ba hewayekî fênkim bo bêt ewa piřukyam!