ḧeme begî ḧacî řesûł beg witî: ’elî begî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  702 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg witî: ’elî begî meḧmû paşa boy gêřamewe witî: sałêk małman le kanî çeqeł bû, ḧemey san eḧmedî sedanî dû beranî be dyarî be şwanekey xoya nardibû bo paşa, kabray şwan beranekanî řabward û lêyan wergirt, îtir xoy çuwe qawexaneke. qaweçîyekey paşa qawey lê ena, kabra be dengêkî qaym le qaweçîyekî pirsî: erê bira tu xwa ewe çî bo paşa dirust ekey? qaweçîş witî: qaweye. kabra witî: bira eger şitêk bêjim qeynaka? witî: bêje. kabra witî: a çikêkim biderê. qaweçîyeke fincanêkî bo têkird û daye destî, kabra qumêkî lêda ke zanî tałe gurc tifanîyewe û le qaweçîyekey pirsî: em şite, paşa we pare eysênê? ewîş witî: erê wełła. kabra îtir sê û dûy lê nekird û witî: ey kutame daykî, naka ew pareye bida we hełwa û gezo, eçê em tifit û tałey pê esênê! paşa temaşayekî êmey kird û witî: kuře deng meken qeynaka.