carêk meḧmû paşa řêy ekewête małî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  779 Dîtin

carêk meḧmû paşa řêy ekewête małî kabrayekî bêserî. ew kabraye dû jinî ebê, yekêkyan nawî pîze ebê, ewî keyan pexe. pîzeyan çêştî çak dirust eka û ew řoje bo paşa piławêkî nayab dirust eka. paşa, ke eyxiwa be kabra ełê: aferîn bo keybanût, piławêkî zor çakî lênabû.

be řêkewt bo sałî dwayî meḧmû paşa řêy ekewête małyan, kabra be pîze ełê: pîze paşa mîwanmane bizanim çon çêştêkî bo lê enêy? pîze xoy lê heł’eka û çêşt dirust eka û xwêy tê eka. pexe, ke eme ebînê ewîş eçê be dizîyewe mistêkî tir xwê ekate çêştekewe, le wextî nan dakirtina pîze, ke lêy exwa seyr eka zor swêre, mêrdekey bang eka û ełê: min ewendem xwê nekirdote em çêştewe keçî êsta zor swêre. kabra ełê: îşî pexeye. darêk le pexe heł’egrê dest eka be lêdanî ta řastî pê ełê. înca nan da’enên û kabra řû ekate meḧmû paşa û ełê: paşa řû zerdim, be xwa pîze piławêkî xasî bo kirdibûyt, bełam řûy daykî řeş wê, pexe gûy têkird!