kabrayekî kurd jinekey pêwe nanîşê, ewîş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  774 Dîtin

kabrayekî kurd jinekey pêwe nanîşê, ewîş eçête lay meḧmûd paşa şikat le jinekey eka, her dû la ebrêne berdem paşa, paşa le pyaweke epirsê: şikatî çît heye lem jine? ełê: qurban pêmewe dananîşê, hemû car çawî le dereweye, be şew eçim - le şer’a şermî bo nîye - legełî binûm qûłî naka!

emca paşa řû ekate jineke û ełê: hey bê ḧeya bo çî wekû şer’ efermiwê legełî hełnasî û dananîşî? ełê: paşa be serî to diro eka hemû şewê pêkewe enûyn. kabraş ełê: paşa, paşa bew qur’aney to nagtete ser řanî řastit ew ganey ew we minî eda, to we gemałe borey dermałî xotî nadey!

meḧmûd paşa lem qiseye nextê fîkirî kirdewe, qendeyekî be destewe bû, mudneyekî karebay gewrey pêwe bû, mijêkî le qendeke da, emca jineke hełîdaye witî: desa pyawî dirozin qendekey paşa we qingî! paşa her ewendey pêma witî: biřon, biřon dey.