jingelî awayî qedefer le şarezûr ko...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  857 Dîtin

jingelî awayî «qedefer» le şarezûr ko ebnewe eçin bo «mestekan» bo pirse, nenke pîroz hebû, ewîş çû û witî: minîş dêm legełtan, bełam em nenke pîroze xoy řane’egirt, bîlamanê tiřken bû!

jingele ke wityan: nenke pîroz meye şûreyye awřûman eçê, çît ewê etdeynê. witî: małê menê genmim bidenê ta neyem legełtan! wityan: başe û lêyan da řoyştin. le paşa nenke pîroz kewtewe bîrî ke basî ewey nekirduwe be menî małî kê bê! hesta û çû be şwênyana!!

jinan le pirsekeda danîştibûn xerîkî şîn û şepoř bûn, nenke pîroz kirdî be jûra! hemûyan le tirsî ketnî nenke pîroz her be carê wişk bûn. «purayşê» ser řistî be destewe bû, mirduwekey be dengî berz û be dem giryanewe elawindewe, jinekan boyan esendewe, têkełkêşî kird be lawaneweke û witî:

ewende hatge samanî nîye
sake pêm bêjin be menî kêye

înca pûrayşê witî:

nenke pîrozî dapîre
tun bî quce û sext nigay bîre

nenke pîrozîş her be dem giryanewe witî:

bawanit şîwgî, hej we serit wê
menî «dewłet yar» leber dest wê!