kabrayek eçête lay qazîyek - ke le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  750 Dîtin

kabrayek eçête lay qazîyek - ke le dîwexanî ḧukma danîştibû - wa dyare em kabraye zor be şwênya geřabû! ke çû lewê çawî pêkewt witî: qazîye fenî! ewe to le kiwêyt? witî: le beynî to û dîwarekem? witî: gwêm lê bigre. witî: bo gwê girtin danîştûm! witî: jinêkim mare kirduwe. witî: be xoşî û be kameranî. witî: małî bawanî mercyan legeł kirdûm ke nabê kiçekeyan la der bikem. witî: başe merceke be cê bêne. witî: êsta emewê layan derçim. witî: ey merceket çî lê ekey? witî: merc û şit nazanim her eřom. witî: xwat legeł! witî: axir kêşekeman bibřênewe. witî: biřîmewe. witî: ḧukimit be ser kêda da? witî: be ser kuřî daykita. witî: be şayetî kê? witî: be şayetî kuřî xuşkî xałit!