dû pyawî gewre be řawuşkar be deştêka...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1010 Dîtin

dû pyawî gewre be řawuşkar be deştêka eřon, temaşa eken wa le dûrewe kabrayekî řîş sipî lîknî şiřebar peřêkî çiłkinî kirduwe be sêberî çawî, swarî nêrekerêk buwe û makerêkî řûtîşî xistote pêş xoy û wirde wirde goranî bo ełê û řuwew naw şar eřwa. yekê le pyawekan bewî keyan ełê: bîdwêne. ełê: wadyare em kabraye demşiře cinêwman edatê. ełê: gwê mederê bîdwêne ba cinêwman bidatê.

înca eçê û sereřêy pê egrê, destî le milî kerekey eka û maçêkî ekatewe, mandûnebûnêk legeł kabra xoy eka, kabra be tûřeyyewe ełê: to dest ekeyte milî biraket, de legeł ew bidwê, karit çîye be minewe? eger daykit nardûtî, min hîç le bîrim nemawe key daykitim dîwe? xo eger lewaneşî bo kiřyar egeřêy û le naw şara muşterît dest nekewtuwe, deştekî ew pîşe ḧîze nazanin.

kabra ełê: be xwa xałe ne daykim nardûmî û ne be şwên muşterîşa esûřêmewe, çawim pêt kewt wam zanî çawit êşê, minîş tozê destî ḧekîmîm heye, bezeyîm pêta hatewe, dermanêk bû, witim ba pêt biłêm bełkû çaw’êşeket le koł kewê.

kabřa witî: erê wełła, be qurbanit bim çawim êşê pêm biłê bełkû le dem û nefesî towe çak bibmewe. înca hełîdaye û witî:

řonî hetaw, dengî dehoł, řengî aw, tîşkî estêre, xiştey gagêre, sêberî menare, wefay xełkî em şare, çawî mar û pê mirole, dewłemendî pyaw řûtełe, aştî mîratgir, yekyetîy cêgegir. emane şeş mang leber sayeqey hetaw danê, şeş mang le deskawanêkî bêbna bîkute, şeş mangîş bîxere ber řişeba, înca bîkere kiltûrî bin kilkî ew dêłekewe, be kilçêwêkî yereqî ew nêrekere bîhêne be çawî ser û xwarta îşełła zû çak ebîtewe.

mamey řîş sipî tozê xoy bo cûłand û yekêkî keřenay bo kêşa witî: carê eme pêşekî bo heqî hatneket, be bêmzeřetî ser xot û bozey hawřêt, ke çakîş bûmewe kone karekerêkî řeştałey dayanî nenkim mawe, etdemê bo xot û ew hawřêyet - ke bo pêkenînî xoy toy kirduwe be pêstî laqnigî ga - beyanî le aşxanekey dwayewe «şile ḧey ḧey» biken bo nanxwardnî êwaretan egene mîwanxanekey pêşewey.