emîr teymûrî guřkanî le pelamarekeya...
emîr teymûrî guřkanî le pelamarekeya bo ser beẍda û ew nawe, le kurdewarîda řojêk le řaw ebê, tûşî şwanêkî kurd ebê lêy pirsî: erê kabra! ew serkarey ke emîr teymûr nardûyete sertan çone legełtan? kabraş ełê: fiłanî qisey lêwe meke çi seg û segbabêke! ewîş ełê: ey emîr teymûr xoy çone? ełê: ew gelê seg û segbabtire, eger ew çak buwaye emîş çak ebû. înca emîr teymûr ełê: kabra to min enasî? ełê: nawełła... ełê: min emîr teymûrim! kabray şwane nawkî ekewê, ełê: ey bim we saqet, to min enasî? ełê: ne. ełê: min kere şêtî kuřî kere şêtim, şêtîy min le hemû kurdewarîda gelê be nawbangitre le aqłîy to le hemû wiłatî xota, sereřay şêtîyekeşim hemû řojê carêk dest ekem be çenelêdan û wiřênekirdin, serî xom ebem be řîşî babma... emîr teymûr dest eka be pêkenîn û ełê xełatî ken.