emîr teymûrî guřkanî le pelamarekeya...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  830 views

emîr teymûrî guřkanî le pelamarekeya bo ser beẍda û ew nawe, le kurdewarîda řojêk le řaw ebê, tûşî şwanêkî kurd ebê lêy pirsî: erê kabra! ew serkarey ke emîr teymûr nardûyete sertan çone legełtan? kabraş ełê: fiłanî qisey lêwe meke çi seg û segbabêke! ewîş ełê: ey emîr teymûr xoy çone? ełê: ew gelê seg û segbabtire, eger ew çak buwaye emîş çak ebû. înca emîr teymûr ełê: kabra to min enasî? ełê: nawełła... ełê: min emîr teymûrim! kabray şwane nawkî ekewê, ełê: ey bim we saqet, to min enasî? ełê: ne. ełê: min kere şêtî kuřî kere şêtim, şêtîy min le hemû kurdewarîda gelê be nawbangitre le aqłî to le hemû wiłatî xota, sereřay şêtîyekeşim hemû řojê carêk dest ekem be çend lêdan û wiřênekirdin, serî xom ebem be řeşî babma... emîr teymûr dest eka be pêkenîn û ełê xełatî ken.