ḧisên xanî ḧakmî sûrdaş ke êstayş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  834 Dîtin

ḧisên xanî ḧakmî «sûrdaş» ke êstayş şwên qełakey le girdî beynî sûrdaşî emdîw û ewdîwa mawe û xoyşî le sûrdaş nêjrawe - ḧakmêkî be zebruzeng û nan bide û ziring ebê. řojêk kabrayekî «surqawşanî» kołêkî le noberey xeyar bo dênê û bew berewjûreda ser ekewê ta egate ber sera. qapîwan řêy nada biçête jûrewe ełê: biřo dû řojî tir werewe. ewîş ełê: le řêy xwada xeyarekan sîs ebin û ta ewsaye le layekî‌tirîşewe boy dêt û min bexşişim ber nakewê. qapîwan ełê: eger bexşişeket edey be min řêt edem! kabra ełê: çwar yekêkî bo to û ewî tirî bo min. des eken be seruxwar kirdin, le axra be nîweyî řê ekewn.

xeyar eba. xan ełê: de timenî bidenê. kabra nayewê. xan tûře ebê ełê: madam bexşişî minî nawê de darî lêden! sê darî lê eden, hawar eka: buwestin qisem heye... xan fermûy: çîye? ełê: qurban! ke xeyarim hêna, qapîwan neyhêşt bême xizmetit, witî: herçî bexşiş wer’egrî bo min bê, înca řêt edem, le paşa hate ser sê yek û dwayî bû be nîweyî êsta sê darim xward, ewa sê yeke, min be sê yek kiře ekem, ewî tirî ba bo qapîwan bê!

qapîwan bang eken sê darî lê eden ełê: qurban be sê yek řazîm, le lûtî xom û bawkîşim dêtewe! xan pê’ekenê, penca timen eda be kabra û qapîwanîş carê her tope cawekey bo emênêtewe!