yekê le miskênekanî ḧemaẍay seraw, eçête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  984 Dîtin

yekê le miskênekanî ḧemaẍay seraw, eçête lay aẍa daway linge gayekî lê eka, xoşî lingêkî heye bo ewey cûtekey ew sałe pekî nekewê, aẍaş ełê biçin gazerdî bidenê. kabra eyewê biłê aẍa eger gake baş nebê be kełkim naye, mela eḧmedî lasûrîş le dîwexan ebê, xêra dê be şanubałî gada, be corê basî eka kabra her xwaxwayetî zû hestê û be pele biçê werî girê newek aẍa peşîman bibêtewe. eçê bo gařan bo wergirtinî gazerd, ke çawî pê’ekewê temaşa eka ewende late be «los» nebê řast nabêtewe! henaseyek heł’ekêşê û ełê: biřya, min ga bûmaye û mela eḧmedî lasûr basî bikirdimaye!