meḧmûd paşay caf le baxekon le dîwexan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1029 Dîtin

meḧmûd paşay caf le «baxekon» le dîwexanî şêxî ḧîsamedînda pêkewe da’enîşin, lew wexteda zabtêkî efendîş dête dîwexan û miḧû paşa eynasê û be şêxî enasênê û ełê: ya şêx eme le mekteb xwêndûyetî û buwe be zabit, ba êmeş mindałekanman bixeyne mekteb û fêrî xwêndewarî bibin. ewan lem qiseyeda ebin efendîyeke heł’estê û eçê tozê lewlay ewanewe be pêwe dest eka be mîz kirdin! şêx ḧîsamedîn ełê: paşa emeye mektebê kewa to ewende be tanewpoya eçî? meḧmûd paşaş ełê: ya şêx eger le mekteb neyxiwêndaye mîzekey ekird beseruçawî êmeda...