2

pesnî xuda û pařanewe
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1251 Dîtin
ey hênerî herd û ’asmanan
ey dûrî hemû hełe û gumanan
bê řołe û dak û bab û kakî
bî hawbeş û tak û pak û çakî
nîtin çi wezîr û yarîkarêk
lat wek yeke padşa û hejarêk
her bûy û debît û payedarî
çûnit nîye taheta le karî
to neçye zimanê lał û pałe
bîrit le diła bê miştûmałe
’asman û zewî û miro û firîşte
herçî heye wirde ya dirişte
dara û řeben û benêw û bê nêw
dar û dewen û kej û bej û kêw
çêw û çił û çał û nizim û bała
çî xoşe çi tał çi piř çi wała
her çêkî le naxî ax û deryan
hî çote binaw ewî le seryan
berhem bû be hoy kir û nîgarit
sersûře cîhan le karubarit
lew berzîye koşkî ḧew nihome
koko le dewrî sitêre kome
hêndêkî çeqîw û hênd geřîden
dyarin kem û zorî dûre dîden
mangî geş û řojî roşnî der
şînkey le zewî debête řaxer
çwar alîy û şeş řexî hewagir
makî gił û ba û aw û agir
xest û şil û tund û xaw û giştî
toy daner û řanerî le giştî
her yek le bezet be par û pişke
tîşkit le heçî nedawe wişke
dahênerî pakî bê nimûne
toy bone eger nebûn û bûne
çî paşî debê û çi hat le pêşîn
çî baweřî pêt heye û çi bê dîn
her gyan û dił û ser û zimanêk
her yek le te şan deda nîşanêk
hîç şit nîye toy ne têkeławî
berçawî, winî, xiřî, biławî
çî zînduwe laşe, toy gyanî
to janî, nemanderî, jyanî
toy xişłî le řengî xoşewîstan
toy kîne lenaw diłî newîstan
şîrin dekeye şekir le perwêz
ferhadî le jîn weřêz û piř bêz
yûsif debeye penay zelîxa
ta dest û diłî bida be tîxa
mecrûn û leyl dekeyte nakam
řamîn û weys leyek dekey řam
dat wamqî şeng nîşanî ’ezra
leswêy diłî xew le çawî dezřa
pîrî le cihan be dûrî çazan
bo kîjê denêrye ber berazan
lulupeřî xoşewîstî nazdar
wat kird ke le řoj bibête kiřyar
to dat be çinar biłindî bała
taqtaqkere wa le dewrî hała
deřwênî le naw diřû gułî ał
boy şêt debê bulbulî jyan tał
řengan dexeye gya û gił û kan
çûkan dexeye cirûk û nûkan
girpêkî dexeyte ser çiraye
depřûzê pepûle bem hewaye
cwan kirdinî diłberan le toye
diłdar ke hejar û dił besoye
ew diłteřî û ewînî diłgîr
kezyey ke le mil debin be zincîr
kê kirdî be yektirî beranber?!
kirtin ke geş û řeşin seranser
awêne û aw ke dêne wêne
cwanîte le řûnîyan hewêne
awêneyî pêşî tutîyanî
kê dîtî şitê ke to tya nî
toy dił degrît û bo behane
xał û kezî debne daw û dane
to herçî biłêy ewî debêjîn
çîman bideyey lewî deçêjîn
diłxiwazî diłî me toy xudaye
lew pêwe şitê ledest me naye
rêgahełebûn û şarezayî
serřişite be destî ton dwayî
herkes detewê biçê be tałan
pabendî dekey be bisk û xałan
her çêkî ke xot bezet pyahat
serberzî dekey be hat û dahat
adem le quřê pitir nebûge
wîstit, le firişte bû be řûge
’îsa le fuwêke dił pesnide
nazdare, lepêşe, cê biłinde
îdrîs buwe aşna be řazî
pîroze be bextî xoy denazî
ehrîmenê řêzî lê nira bû
lay towe bû hêzî pêdra bû
nwêjî be hezare dadebestin
serpêçî nebû le toperistin
řûy danenewand leber kesî dî
adempersî kemayesî dî
bêganeperistî nebwe pîşey
bedbext û kiłołe bo hemîşey
kirdit be nemir le agirî sûr
wîstî ke nizîk bibê kira dûr
dernaçê serim le karubarit
kêy wabuwe bûbê agedarit?
xwanasî mezin gutî beřasî
toman wekû to hebûy nenasî
xanî debê çî le to bwêjê
gêjêke serî dexate gêjê
lew bare xerîk bibê be her cûr
řêgey hełeye û le toy deka dûr
ca yarîderî megîn xuda bê
pêẍemberî saye da û pena bê
to xwayekî gewre û giranî
pêẍemberî aşna ke «xanî»