1

dîbaçe
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1563 Dîtin
sername be nawî to xudaye
çî bê eme pît û pêzî naye
serdêřî peřî ewînperistan
cê naz û nyazî xoşewîstan
řûnakî dił û bînayî çawan
ger to nebî kê ewînî dawan?
bê nawî to name hîç û pûçe
netnûsê binûs keç û kurûçe
nawit buwe şewçira leberman
bo derdî derûn debête derman
nedyarî be nawî to dyarin
ew hoye ke mêşk û dił le karin
gyanbexşî û jînderî gyanî
awatî dił û leberdiłanî
diłxiwazî û xot ewîn û nazî
karsazî û saz û bê nyazî
toy çûyete řengî bergî sûrguł
toy bûyete sozî cergî bułbuł
to tîşkî le kułmî diłberanda
tînî le derûnî diłteřanda
řojît û keçî winî leber çaw
řûnakî ne çeşnî agir û aw
herçî heye lêy cya û cya nî
bê cêyî û çi cêş nîye tya nî
çî dêt û deçêt û çî heye û çû
hîçî nebû to witit bibe û bû
gyandar û nebû dyar û nedyar
zana û nezan û gêl û wişyar
lew pîtewe giştî hate berhem
tozê lewe xak û awî adem
gencîneyî û takû to binasîn
hatûyn keçî hêşta gêj û kasîn
tapoyekî toye ger jyane
ger gyane diruşmî toy nîşane
ew laşe giłîne û quřîne
hoy toye ke cêy gyan û jîne
řaspardete em gyane pake
naçare ke yarî xoł û xake
gyan tîşkî piřîşkî toye řûne
gił tîşkî ke lê neda zebûne
lê wird bewe em witare wirde
herçend beřwałe wirde girde
pyaw ger leşe nizme řêkî ’erze
ger gyane biłinde payeberze
lew barewe pûç û nadyare
lemlawe dyar û yarî yare
ga serberejêr û ga berewjûr
her kes le xuda nizîke hem dûr
herçî ke dyar û nadyare
bo tîreyî ademî le kare
’asmanê ke wa zile û berîne
herçî ke firîştene û perîne
dezgayekî wa be sûř û gewre
samałe, mije, hetawe, hewre
tîrêje, sitêre, řoje, mange...
çî canewere û řwaw û kange
řîşe û řegezêk lenaw zewîdan
her lask û çił û weçê lewîdan
em çende şitî be nirx û hêja
diłxoşî deden le bon û çêja
çî dił deyewê bibête xorak
çî leş deyewê bibête poşak
herçî leme dûr ya nizîke
bo ême be řoj û şew xerîke
toy řêkxerî her seruberêkî
boman be tekûz û řêkupêkî
dawtînê bebê jimar û saman
lay ême ne bîr heye ne řaman
zor bednimekîn û řênenasîn
nanî to dexoyn û bê sipasîn
ey xwaye bedił nezane «xanî»
xot fêrî sipasî key zimanî