be mela qadrî byareyan ewt melay gewre...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1237 Dîtin

be mela qadrî byareyan ewt melay gewre û be kitêbxanekeşyan ewt kitêbxaney melay gewre. em qiseye le naw xełkida biław bibowe, řojêk dû kurd be tamezroyî eçin melay gewre bibînin bizanin eme be endazey çend kes ebê wa hemû kes pêy ełê melay gewre. bem nyaze çûne byare û çûne naw xaneqawe, ke çûn her çawe çawyan bû bo ewey zelamêkyan be endazey fîlêk ber çaw bikewê, her ber çawyan nekewt, legeł eweşa mela qadir dû sê car be ber çawyana têpeřîbû, bełam hîçî le xełkî tir zyatir nebû, gwêyan nedabuyê û neyan nasîbû. le axra epirsin: erê bira melay gewre kames? înca yekêk melay gewreyan pêşan eda, ke eçin û seyrî eken waqyan wiř emênê ełên: erê kuçkit lê newarê, xo eme her wekû ême was! ey bo çî êjin melay gewre, melay gewre? le paşa ełên deba biçîn kitêbxaneke bibînîn bizanîn ew çone? eçin û kitêbxaneyekî zor gewreyan ber çaw ekewê û kitêbêkî êcgar zorî têda ebê, herwa seyrî eken, înca yekêkyan řû ekate ewî keyan û ełê: giştî êjin xas bike û xiraw meke. debê we řêwe, bê we řêwe îtir!