begêk tilyakî ekêşa, řojê dabûy le serî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1120 Dîtin

begêk tilyakî ekêşa, řojê dabûy le serî, řûy kirde ḧeme řeḧîmî pyawî, witî: ḧeme řeḧîm êsta eger hezar lîrem bibwaye, pênc sed lîrem eda be penca esp û tifeng û penca pyawim swar ekird emxistinme pişt serî xom, eçûyn bo taran, bayî pênc sed lîrekey tir tilyakman ekřî û ehatînewe! ḧeme řeḧîmîş witî: wełła mîrim eger mijêkî tir le bafûreke bidey hîç swarîşt nawê her xot eçî eykiřî û dêytewe!