jinêkî menmî kuřêk û birayek û mêrdêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1642 Dîtin

jinêkî menmî kuřêk û birayek û mêrdêkî ebê her sêkyan le layen ḧikûmetî êranewe egîrên û fermanî xinkandinyan edrê. jineke leber «dar qewax»ekeda - ke bo ewan hełxirabû - ewestêt û bêhoş ekewê, ḧakim enêrê eyhênin. ełê: jineke yekê lem sê keset pê ebexşim, ca bo xot yekêkyan hełbijêre. jine xêra ełê birakem.

ḧakim ełê boç biraketit hełbijard? kuř bew xoşewîstîye û mêrd bew nazdarîye gwêt nedanê? ewîş ełê: cenabî ḧakim! sibeynê eçim mêrdêkî tir ekem, ewe mêrdekem. kuřêkîşim ebê eweş kuřekem, bełam taze bawik û daykim zîndû nabnewe birayekî tirim bo bênin! ḧakim ke gwêy lem wełame ebê her sêkyanî pê ebexşê.