serincêk

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1242 Dîtin

ebê ême ewe bizanîn ke lenaw kurda mela desteyekî dyar û aşkira bûn, berey xwêndewar û zanyar her ewan bûn. le hemû wextêka û le hemû şwênêka penceyan bo řakêşawin. em desteye lenaw merduma ta ewpeřî, be çawî gewreyî û řêz lêgîrawîyewe temaşa kirawin, le îşî biçûk û zilda pirs bewan kirawe û ewan biřîwyanetewe. tenanet nawî mela be corêk berz botewe nawî hîç çînêkî tir nebuwe beranberî be nawî ewan bika. leber eme nawî eman leser zimanî gewre û biçûk buwe, fermanê ke eman dabêtyan gêřanewey nebuwe. ca bem bonewe heç kar û firmanêk bûbêt, dirawete pał ewan û witûyane «mela way wituwe» ya «mela witî». em nawe leser zimanî xełk hemûy, nîşaney xoşewîstî û gewreyî ewan buwe.

wekû çon le małêka xêzan û mał û mindałî ew małe her kamêkyan hestin û her qiseyek biken, bo ewe ke ew îşe kêşey têda nebê, her ełên: «bawkim way wit» ya «bawkim witî», dyare em řisteye nîşane û bełgeye bo gewreyî bawkeke leber çawî xêzaneke. witnî nawî melayş leber çawî têkřay merdumekewe em semereye buwe, boye le zor şwênî serguzeşt û qisey kurdîda wişey «mela» pałewanî serguzeştekeye.