57

pyawçakê xewn be bekirewe debînê
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  976 Dîtin
aga le cîhanî pîr yekê pîr
gêřayewe bom şitêkî diłgîr
goya hebû pîrê dûrednya
dejya le çyayeka betenya
sergermî heway xudaperistî
daygirtibû bîrî xoşewîstî
xwanasî bedił, ne serzimanî
diłřûnî ewînî řasteqanî
çewsa bû le řêgeda gelê sał
ta gyanî leser leşî bibû zał
têkeł be xuda bibû becarê
bê ew be kesî nemabû karê
xwaxwa bû hemû diłopî xwênî
deyzanî gelêk şitî nihênî
her lêkî binaye pelkî çawan
deydî limî ser bej û penayan
carêk lenêwanî řoj û şewda
yan nîweşyar bû yan le xewda
bałdarî gyanî kewte geştê
çû gerdişî kird lenaw beheştê
koşkêkî le zêř û gewherî dî
zortir le hezar kuř û perî dî
parçe hemeřengeyan deber bûn
lew koşke kenîz û kareker bûn
wa tac beserêkî şox le derga
zor qoz û teyar le řeng û berga
wêstawe behêmnî lecêwe
řûxoşe, geşe û bizey le lêwe
ey payebłinid, witî: eto kêy?
ew koşke be kê dega ke toy lêy?
bekirim witî mamî pîrî zana
bexşîmî bezey xuday twana
ewdem çû ke bûm dił û bext řeş
lay zîn û memê kirawme hawbeş
em koşke debînî heşt nihome
hî wane ḧewt, yekêk hî xome
lêreş ewe çawedêrî wanim
pîşem wekî pêşe, derkewanim
zor bextewerim gelê benazim
dostîyanim û pasewanî řazim
lam waye ke lêre řademênî
lew barewe dû diłî deçênî
jîn tałkerî zîn û dujminî mem
çon řonebrêt lenaw ceḧendem?
agat le cîhan heye ne lêre
cêm êreye, gwê le min bidêre
herçende bedił bewan neyar bûm
makey geř û bedfeřî û gemar bûm
nemhêşt ke beyek bigen bexoşî
heryek ledesim zûxawî noşî
xom kirde çuqił lebeynî wana
xoşim leser ew şitane dana
biřwanî bełam be çawî dûrbîn
em tałîye day berêkî şîrîn
kê zor le cîhan jîyanî xoşe
zor waye ke lêre diłperoşe
kê řenicder û dił be derd û êşe
dway koçî dwayî zor lepêşe
bo êre û ewê wekî hewêye
wek dujminî sextî xwênexwêye
ta to le yekêkî çaw nepoşî
bo wîdî bikoşî babekoşî
lay wa nîye hîç be bîr û jîrê
dû şûtî be destê hełdegîrê
min zîn û memim leser zemînê
tûş kird be pejare û girînê
kêşamne berê be dax û derdan
destim le cîhanî êwe berdan
ew çermeserem ke dawe pêyan
wa êste debînî çone cêyan
hoy min bû dira be wan beheştêk
dayanmê ewîş le heştê miştêk
tajdîn? witî: çon debê ke toy kuşt?
çî dêteweřê ke xwênî toy řişt?
pêy gut ke xuda lewîş debûrê
bexşînî kiřî be qełtî şûrê
botan ke weřez bibû le destim
xistim heçî debwe berhełistim
wek mar, ewî hate pêşê geztim
řizgar nedebûn le bend û bestim
wek derdî giran le gel peya bûm
wek kundebebû jyam heya çûm
ew destî ke ew le min weşandî
her derdê le dił hebû peřandî
asûdekiran hejar le çengim
derçûn diłî teng le çawî nengim
gîrabû leboy nizay hejaran
nûsrawe ewîş le çakekaran
kar hen beřwałe nalebarin
deykołîyewe zorî behredarin
xwa řazî giringî xoy be hasan
nadate nîşanî xonenasan
biřwane debexşê bekir û tajdîn
dûy dujmin û dost leber mem û zîn
em řaze gelêk nihên û kûre
bîrî min û to lewane dûre?!!
her çonî bibî nizîkî başan
her başîye dête řêt lepaşan
ger yarî be dił, le řêt dekoşin
pêt şadin û kiz bî bot peroşin
ger dujminî, ew le kîne dûrin
le gunah û hełey nezan debûrin
nakes neçî her nebî tixûnî
ger yar û neyarî serinxûnî
mirdare leşt ke seg peristî
ger dujminî, řake qaçî gestî
diłdarî gelê biłind û berze
ger dûr bê le karî pîs û herze
herkes ke debê nizîk ewînê
her çon bê bezey xuda debînê
bexşînî xuda bedûr mezane
her bende biřêk leser behane
nexwaze legeł hejarî diłdar
her xoy kesî bêkese û bizîkar
lem şîwe be serbirî mebûre
baş wird berewe, têbge çi cûre
dujmin be ewînê behrewer bin
dostan debê çende bextewer bin!
tajdînê debexşê, yarî yare
bedkarîye bo bekir bekare
diłdaryekî pak bike be pîşe
hanat bere ber xuda hemîşe