50

mîr bem bîrewe deçête lay zîn
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  564 Dîtin
zanayî şyar û jîr û bîrurd
way perde le řazî mîr welabird
şovar ke bibû beřênmûnî
bem bîrewe çûye enderûnî
diłdarîye zînî dawe tawê
fermûy kułuko le dił derawê
ta êste ewey kira biřawe
azarî memim be hîçê dawe
bexwarî bizûtmewe legełtan
bimbûrin û meygirin le diłtan
em kare ke karî serbexo bû
tozêkî gunahî çawî to bû
bêçare ewende çawî lêt bû
hoş û diłî la nemabû, şêt bû
bîstim le bijîşkî jîr û piřbîr
şêt çar dekirên be kot û zincîr
ew mîweyî kał bû xistime çałê
mawey geyînim geyande sałê
xoştir buwe êste têkgeyştin
cwê nabnewe katî pêkgeyştin
wa êste ke bûne yekdił û gyan
bo yektirî her dû bûne biryan
nirxî dił û diłteřî dezanin
diłçespî yekin, leber diłanin
řêtan dekewê bibin be awał
yektir bimjin lecêy demî tał
diłdarî leser we patşahe
mem sûçî nekird û bê gunahe
serkoneyî mem eger bikem min
pêm waye xudam debête dujmin
mem bû be ewînî to giriftar
cergî be bijangî to birîndar
tîrî desî toy le dił çeqîwe
kułimit dił û hoşî lê dizîwe
ta toy nebû çî nebû le pêşa
em surmeye kê leçawî kêşa?
biskit wekû marî řeş memî gest
piriçit des û pê û diłî emî best
zincîrî kezêt le gerdinî xist
gyan û diłî bo te bote pêxust
to kirte neçêrî bazî çawit
xawpêçe be tałî biskî xawit
her xot biço lay û bîdwêne
zincîrî le dest û pê derêne
ey xunçeyî sûrgułî nepşikût
řizgar bike bulbulit, bibin cût
ew tînweçawekey furatê
toy wa bike awî toy bigatê
ey awî jyan biçore kin mem
her namrê ke pêtî teř bika dem
zînêkî dûset birîn le cergî
bem wateye kewte gêjî mergî
ew abřumend û xêwî şerme
ew dił be ewîn kuław û germe
lem gifte kulayewe birînî
yekcarekî hatecoş ewînî
xwênawî diłî le çaw serî kird
zûxawî heçî hebû derî kird
diłdarî bepêlî çeşnî derya
şermêwnî perde bû leberya
lemper ke welabra lenêwan
serřêj bû zuxawî dił le lêwan
deryay keserî ke hate ser coş
bekułêkî beguř peřandî serpoş
way zorbe sitand şepolî xwênê
kem mabû ke xoşî řařfênê
awmałkî řiqî diłî řeqî mîr
pa bowe çiłk, çiłê nebû gîr
dûy agirî cergî zînî birjaw
barandî le çawî mîr tikey aw
pêt wabû heja hezar pîşe
mey sûre řija le zareşîşe
pa bowe diłî le kêmî kînê
girtî bezeyî be derdî zînê
zîn bê dił û dem şełałî xwênê
bêhûde bû wîstî bîdwênê
girya leserî dirêjî şewgar
kobûnewe lêy berey kes û kar
wityan eme çî bû, bo çî kuştit?
em xwêne becê nebû ke řiştit
zîn gułbinî baxî şerim û pakî
zînê le cîhan ke nebwe takî
bê sûç û gunah pak û xawên
hergîz nekewt pełey le dawên
ew gewherî şewçiray cîhane
çon wirdî dekey bebê behane?
key wa buwe mezin û patşahê
hełkate hejar û bê gunahê
bemcore de xak û xwênî řaka
bem zore gyan le leş cya ka
çî êwe dełên?! wite: newaye
key kuştinî zîn be min řewaye
kuştey memî bêkes û hejare
bo yare nexoş û geşkedare
zîn taqegułêkî baẍî şahî
min çon le desî dedem hewayî
destey kes û kar becarê şêwan
esrîn le dû çaw û bar le lêwan
bwe şîn û şepoř lenaw cewanan
hawar degeyîşte ’asmanan
lepřê witî: yek, dehat leřêwe
mem mird û jyanî da be êwe
zîn pêşê ke mirdibû jyawe
hesta û le serînê pałî dawe
deyřiwanî le hawdem û le yaran
dî mîr degrî betawî baran
herçî kes û kare derdedare
xembare, hejare lêwbebare
řûy kirde biray, witî serî min:
gořî te, ke bûyte řêberî min
gîra bû gyanî min le leşda
mabû wekû mem le çałî řeşda
her çawî le lêwî to becarê
çarêkî bikey ke pêy biçarê
bo hêştinî abřû, diłî to
derçûnî nedî hetakû emřo
wa êste ke xot řiçet nîşan da
gyanim defřê bedûy gyanda
řojî řeş û leş le aw, xakî
řabird û gyan geyîşte pakî
çendey leşekem le xoy weřez bû
gyanim de ewend zebûn û kiz bû
řêy der nedekird le derd û êşî
gyanî memî geyye kewte pêşî
derçûn le cîhanî pûç û berbad
wa geyne jyanî xoş û azad
berbûn le kemendî dûzmanan
destemlî yekin le ’asmanan
gyanêkî ke pak fiřî leser cê
bê cê nîye, cêy heye leher cê
hawcûtî yekîn mełên cuda bûn
bûknî me firîşteyî xuda bûn
gyanî me ke pak û pakřewştin
emřo le beheştê pêk geyştin
wa êste becarê diłnya bûn
manyan nemre û nema cya bûn
tînû le zewî ke mawe leşman
deryay bezeyî xudaye beşman
qapêlkî giłîn ke xake serman
gyanman geyîne hewarî herman
îtir nîye tirs û xoweşardin
nejyanî xuşk be kak sipardin
netwaneweye lewê û ne gořan
mayey ewê bêbeşe le dořan
tozî me geyîşte řojî řoşin
em xoşin û êwe bo peroşin?
meyken be kir û hunerwerîy min
mem pêşřewe bote řêberî min
ew pîrê ke min desim be wîda
çîm dîtuwe? ew nîşan minî da
gerçî leřwałeta geda bû
zor payebiłinditrîş le şa bû
cê berze le baregay xudayî
pêxustye tancî patşahî
gyan û diłî bote şîwî pîroz
bêtirse le gêj û toz û bahoz
kêşay desî min beřêy ewîna
dway kewtim û geyme kêwî sîna
mem bû le bezey xuday geyandim
em bû ke le gêjî řaypeřandim
hênamye derê le perdekey xak
pakanemî kird lekin xuday tak
pêw wa nebê min ewêste zîndûm
lew katewe mem nemawe mirdûm
xwazrayewe ew gyanî êste
mem pêm dełê tozê tir bwêste
maława bikem le êwe giştû
pêy xoşe xemû nebê ke kuştû
tenya her ewende řaspêrin
termî me be naw û daw weşêrin
dîsan degeřêmewe beheştê
hemdem be memim le bezim û geştê