47

řaspardeyek řadespêrne lay mîr
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  497 Dîtin
katê şewekî şewî beřê kird
řoj zînî le piştî espeşê kird
espî řeşî şew biraye ser xaw
şêy zerdeyî tawî xiste piřtaw
girtî desî gurze agirînê
zerd bowe le tirsî goy zemînê
kêşay le kemerge tîẍî zêřn
nîsê deřewîn ke xo weşêrin
tajdîn û biray legeł giznigê
amadeyî kar û sazî cengê
şimşêr le kemer, ciger wekû şêr
kêşrane derê esp le piştêr
espanî řesen ’ereb nejadan
pêt wabû fiřîn lexo ḧewadan
řexşan be çepok û koł û simkoł
pêyan deheja diłî çya û çoł
xaryan dedřî û diłî nizaran
bo naştinî cendekî neyaran
zirmukut û hewhew û guřandin
herkes le xewa bû řaypeřandin
gutyan be kuřan berey kes û kar
yan bimirin û ya ne mem bê řizgar
wa gerdenî êwe dekirê aza
xoşî le kuřêke bimrê aza
tajdîn yekî xizim û keyxuda û jîr
le kuřanewe řaysparde kin mîr
ta kengê! besî bê zor û bêdad
dostan kiz û dujminan deka şad
pêy wa nebê mem gunahbare
dîlî desî diłye em hejare
nazanê ke patşay ewînê
daygirtuwe řûy hemû zemînê?
diłdarî leser kesêk bibê zał
çawbesteye, gwê keře, ziman lał
ême ke legeł mema çwarîn
bo bextewerî wî çwar dîwarîn
her çwar serî me hemîşe wek go
amade û çaweřêy şeqî to
yan derbikewê le bend biraman
yan bekirê binêrê bête laman
çîman le diłaye pêy bibêjîn
tozê kułuko bewî deřêjîn
neyka gileyî le xoy dwacar
naxoşî eger bibête serbar