cejnî em sałman diłtenge, mate

Li pirtûka:
Guɫaɫe Sûre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  577 Dîtin
cejnî em sałman diłtenge, mate
«tomarî yadî hewł û xebate»
nîgarêkî way bo kurd hênawe
ke nexşî hemû eşk û xwênawe
nîgarî dar û kanîyek lîxin
kurdêk leser dar řûbeřûy dujmin
xwên têkeł eka be awî kanî
xoy eda be kuşt bo kurdistanî
«dił bekuł ełê ey kurdî zîndû»
«lebîrtan neçê cejnanî pêşû»