gezo hawîn ebarê
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
757 Dîtin
elem jûre (gezo) hawîn ebarê
elem xware beşew (qetran) ebarê
le berzayî û çyayî xakî kurdan
seraser kanîye û awe becarê
le nizmayî û nişêwî xakî tatan
desûtêy û dexnikêy biçye lařê
le herde û deşt û şax û şîwî ême
hemû fesłê debînî newbeharê
le deştî wişk û germî bê dirextyan
nîye baẍê, nebêstanê, nedarê
seraser mułkî kurdistane awa
le beynî çend dêyêkî kone şarê
hebê lew xware şar û baẍ û bêstan
bebermawe û desawî kurd epařê
nîye bistê zewî lew jûre bê kełk
zewî lem xware zîxe û, xoł ebarê
şiney bayî beyanî serkelî jûr
kizey mirdû eka zîndû becarê
giřey samî kuşnidey germî lay xwar
le cêda des becê gyanî etarê
keçî lat û hejarin, xełkî lay jûr
hemûyan dewłemendin xełkî xwarê
hemû komeł eken, hogir ebin (tat)
heçî kurde leyek lalût û lařê
ewan xoyan dyarî kird le ’alem
gelî kurdîş le dûy ’alem ekařê
serim masîwe lem kare bira gel
edîbêkim dewê, hoşengê, yarê
cwabêkim bida çîbê esel wa
eman wan û, ewan wa tênwařê
esîrîNasnava edebî têk çuwe lem kare hoşî
nema bîrî bida daku qerarê