a... a debê

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  865 Dîtin
yaran dełên hîwa debê, pêyan dełêm; a a debê
cejnêkî gewre wa le dû, řûman geş û dił şad ebê
hêz û çek û pûlit nîye, serbaz û serkirdet nîye
pişt û penahêkit nîye, kêye beto diłdad ebê
her ba çek û pûlim nebê, mîllet le xew hełsê bese
pişt û penah û desgirim, parêzgarim xwa ebê
xûnî gelit wa bote sêl, gewranê mawin bûne wêł
gerwa biłên pêyan dełêm bo geyînehîwa wa ebê
em bîre herke kewte ser, namênê tirsî mał û ser
pyawî kiz û bê deshełat, lew çaxe wek ferhad ebê
řojêk ebê tem la eçê, xorîş le kurdan der’eçê
ew řoje her wek meḧşere, çak û xirap lêk cya ebê
pêkhênerî fermanî gel, serberz û payey jûr ebê
bedbînî bêgane perist, dûreder û berbad ebê
bedbîne qeyre û pîrî gel ewca peşîmanî eben
ew çaxî cejne gewreye, řojî geş û newzad ebê
kakî esîrîNasnava edebî çî beto, ewca lejêr xakî eto
řastî ewendet bo heye, nawit beçake yad ebê