şêx ḧesîb
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
777 Dîtin
dwê firîştey şî’ir weḧîy hanî
derḧeqî şêx ḧesîbî tałebanî
eme bû řoḧî gewre lew biçkoleye
hênde biłinde heta ḧukmiřanî
her weku em bû bismarkekey ełman
bem biłên řewaye bismarkî kurdanî
lem wiłatane, lem çaxe, lem temene
hîç nîye kes bibê behawşanî
hênde řizgare, řizgarîye hîway
hîçe lay bendî destûr û goranî
seyrî çarey bikey dełêy şêre
taze derkewtuwe le cêy û lanî
sayeyî sêberî kêwî lêwî çem
gişt ḧesawe le sayeyî yaranî
feřî çakî û sûdî bê nirxe
hênde bê nirxe bote tałanî
řojhełatî nebwaye, dyarî bû
le cîhan wek eniştaynî ełmanî
feylesûfanî asya gişt gum
her çilonê ke gum buwe (kan)y
ho esîrîNasnava edebî ewey lewî edwêy
zor berew jûre paye wu şanî