???

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  786 Dîtin
melîkî řeḧmetî feysel ezanî
zeman çend ’esre pyawî way nehanî
çenê gewre elem ’esre peya bûn
leser nezim û îdare û awedanî
welê em nezim û tertîb û îdare
bekirde û ’eqłî em bû ḧukmiřanî
şew û řoj bo ’êraq se’î û peley kird
be’îstîqlal û azadî geyanî
’êraq îmřo le řîzî dewłetane
le ’usbe pyawî berze qedir û şanî
meramî bû ke dî saḧîb celale
le bo cennet fiřî řoḧî řewanî
dema û dem, řoj beřoj, paye bepaye
berew jûre ’êraq nawwinîşanî
ewa emnîyet û řêge û me’arîf
dyare, nayewê bo min beyanî
eger çî řeḧmetî řoyî le dinya
hetaku nefxî sûre nawî, manî
ewey pêwîste îmřoke leyezdan
yeke řołey melîk ẍazî jyanî