pêxwazî çaxî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
827 Dîtin
ger edîbî, arezûy serkewtinî kurdit heye
terkî bêjî ’îşqibazî ke, eger bîrit heye
bêjî te’rîxî biłê bo agedarîy mîlletit
peyřewî zanîn û kirdarî be, ger hoşt heye
nawî (homer) çend hezar sałe le yonan her heye
bêjî te’rîxîy degut, wek ewbe ger zewqit heye
guftî bed exlaqî û nawî edîbî çon ebê
terkî guftî çaw û xał û xetke, û yicdanit heye
terkî kurdî û nezmî turkî û farsî çon mirwete?
xot beme bêfeř ekey binwaře ger bîrit heye
xawenî biřway pakî û, ehlî însafî eger
nabê men’î key le xizimit, herçî sermayet heye
xot fîday řêy mîlletit key, gerçî gyanit der’eçê
şûretit baqî debê, taxakî ser gořit heye
bîst milyon kurdî lew řojî çilon bê xawene
bo ḧeqîqetyan bere, ger twana û zanînit heye
çen ’etîqey pêşî kildanî lecêy to kewtuwe
xo nezanî taku key? însanî toş meẍizit heye
çawenoře gyanyan bê şubhe bo řizgarîy to
şeh selaḧeddîn û ḧacî, çend kerîm xanit heye
xware ew pyawe, ke her tedbîrî nanî xoy eka
bo jyanî mîlletit bê, herçî kirdarit heye
pet bemil ger biçye ser kursî le řêgey mîlletit
şahî ser textî, xezîne û genc û samanit heye
ger bişêlî ey esîrîNasnava edebî fewcî kurdî kuřî to
wa mezane goře cêget, baẍî ’ednanit heye