nûr awa

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  728 Dîtin
lew demey her ke lat kirde em lawe
zîndewer hîç nema yek beser pawe
le biriskanî řengî řojî řuxsarit
nawî dił bû beşarî nûr awe
le gezengî hetawî tawî dîdarit
agirî cyayî sîne kujyawe
dił nîşaney beharî řûtî girt
boye nayê le çawî min awe
jîrî, hoşengî her wek eflatûn
hoşî lay hêzî şoxî to sawe
sed hezar merdî gurdî wek ferhad
bo şirînî řoḧit begeşke tasawe
hêzî diłgîrî řeng û řûy çaret
çîye zana lewê nezan damawe
to le kwê wu min le kwê to çî û min çî
xoşewîstî esel hogrî pyawe
çîye yek dem le min beřoj û şew
gum nî wu, dił le dûrî sûtawe
xoşewîstî nebê cîhan kip û naxoşe
sûdî diłdarîye zîndewer mawe
şoxî şîrînî min, mełê esîrîNasnava edebî pîre
pîr bedîdarî mînewît lawe